Gotinên Evînê

Comments
Jiyan derseke dirêj ya mirovatiyê ye. Barrie 0
Jiyan xewneke mirinê ya bêdawî ye. James Thomson 0
Tiştê ku wê di pêş de zehmetiyê bide te tevlî jiyana xwe meke. Emile Zola 0
Ji jiyanê metirsin zarokno! Gava hûn tiştekî baş û rast dikin, jiyan çiqas xweş e! Dostoyevskî 0
Hukûmeta herî baş ew e, ku bikaribe bextiyariyê bide gelê xwe. Macaulay 0
Hukûmeta herî baş ya ku mirovên wê yên bêkêr herî hindik in. Voltaire 0
Xweşdîtin dînê herî baş e. Victor Hugo 0
Tiştê ku em ê di şer de bi kar bînin, divê em di aştiyê de amade bikin. Syrus 0
Di rojên xweş de, li rojên nexweş jî bifikirin. Thomas Fullers 0
Jiyana bê fêde, mirineke zû ye. Goethe 0
Ax, azadî! Li ser navê te çi mirov têne kuştin! Mme Jeanne Roland 0
Azadî bi tenê li cihên ku gel hukûmetê kontrol dikin, heye. Woodrow Wilson 0
Gava mirov jiyanê û nejiyanê weke hev bibîne, hingî mirov digihîje azadiya xwe. Dostoyevskî 0
Di dinyayê de du tişt hene ku ez dixwazim û jiyanê bi min dide hezkirin; evîn û azadî. Di ber evînê de pêwîst be ez ê jiyana xwe bidim, lê ji bo azadiyê ez evîna xwe jî feda dikim. Victor Hugo 0
Azadiya mirov, bi destpêkirina azadiya cîranên mirov ve dawî tê. F. W. Karrar 0
Yên ku ne azad bin û mîna ku azad in xwe nîşan bidin, ew koleyên herî mezin in. Goethe 0
Mirov bi kêmasiyan ve tijî ye. Balzac 0
Bawerî hêza jiyanê ye. Tolstoy 0
Bawerî dewama êqil e. William Adams 0
Bêîmkanî gotineke ku tenê di ferhenga bêhişan de tête dîtin. Napoleon 0