Rexnegir ew kes in ku di hunermendî û edebiyatê de bi ser neketine. Disraeli
Dibe ku rexne ne tiştekî spehî be, lê pêwîst e. Ew jî mîna êşê ye, nexweşiya giyanê mirov bi mirov dide zanîn. Churchill
Li yên ku xwe pir dixemilînin binihêrin, hemû jî dixwazin xwe veşêrin. Aristo
Kinc di derheqa mirovekî de tu zanebûnê nade. Yriarte
Kêf çavên êqil kor dike. Cicero
Egoist hertim zerarê dide yê ku ew herî pirr jê hez dike, ango zerarê dide xwe. B. Peers
Gava mirov cara pêşî pirtûkekê dixwîne, mîna ku mirov ji xwe re dostekî nû peyda bike; gava mirov cara dudan bixwîne mîna mirov dostekî xwe yê kevin bibîne. Gelerî
Her dîk li ser sergoyê xwe bang dide. Seneca
Rexnegir her dibêjin, em ji nivîskaran tênagihîjin. Gelo ev sûcê nivîskaran e? A. W. Hare
Di felsefê de ne gihîştina armancê, lê riya wê girîng e. Havelock Ellis
Ji ku? Bi ku de? Ji bo çi? Çawa? Ev pirs hemû ji felsefê pêk tên. Joubert
Felsefe di ser hemû huneran re ye. Eflatun
Zewaca bêî hezkirin, mîna îbadetkirina bêî bawerî kirêt e. Çexov
Evîn berbanga zewacê, zewac jî êvara evînê ye. De Finod
Jin berî ku bizewicin, mêr jî piştî ku dizewicin digirîn. Gotineke Polonî
Mêrekî kerr û jineke kor, jinûmêrekî dilşa ne. Gotineke Danmarkî
Xort ji bo ku diwestin dizewicin, keç jî ji bo ku meraq dikin dizewicin, dawiyê hemû jî poşman dibin. Oscar Wilde
Ya ku pîroziyê dide zewacê evîn e. Tolstoy
Zewac gora evînê ye. Stendahl
Zewac û hevduberdan bi tenê di destên jinan de bûya tu mehr saxlem nedima. Dostoyevskî