Ên xelkê bûn beg, ên me bûn legleg.
Xwedê yek e derge hezar in.
Derba meriv bi destê xwe li xwe xe, dermanê wê tune.
Mange bi dizî bê ga jî dê eşkere bizê.
Dar bi verotinê, mirov bi gotinê!…
Dar bê gêle nabe.
Dar bi berê xwe şêrîn e.
Dar berê ve eyan e, merî bi navê xwe.
Dar çiqasî qalind dibe, ewqasî zû dişkê.
Dara rezdayî bi çiqil ve tê kivşê.
Dara rezdayî, çiqilê wê darda ye.
Dara biyê bê kêr e, ne ber e, ne bistan e, avayan re dest nade.
Dara jiyanê bi xwînê tê avdan.
Darbiro daran bibir, destê xwe pêşa Xwedê nebir.
Dara azadiyê bi xwîn û xwêdanê tê avdan.
Dasa pale nayê dizîn.
Dan û standin di destê xwedê de ye.
Dan ji dil e, ne ji heyiyê ye.
Dan ez dikutim, intîn ji te tê.
Çûyîna riya, rêberiya riyan re kivş e.