Gotinên Watedar

Comments
“Li ser gihandina xortan bisekine lewre di vê riyê de xemsariyek dikare bibe sedema tunebûna welatekî.” Arîsto 0
“Kesê ku qet xeletî nekiribe, qet tiştekî nû neceribandiye.” Albert Einstein 0
“Mirov pêşiyê di nav xwe de, paşê li dervê têk diçe.” Rockefeller 0
Dil çiqas mezin be jî, du evîn tê hilnayên. 0
“Mirovên biaqil hemû hêkên xwe naxin zembîlekê.” Cervantes 0
“Malê pir bê heram, gotinên pir jî bê derew nabin.” Yunus Emre 0
Dewlet ji malê zengînan re bekçî ye. 0
“Dar pir in lê hemû fêkiyan nagirin.” Hz. Îsa 0
“Hunera herî baş, hunera jiyanê ye.” John Macy 0
“Tişta ku mirovan dîn dike ne guman e, teqezî ye.” Friedrich Nietzsche 0
“Mirov hemû heman gotinan bikar tînin. Lê ji hev fêhm nakin.” Octavia Paz 0
“Ji hesinekî hem nal dertê hem şûr.” Nîzamî 0
“Li ber kesekî nezan wekî pirtûkê bêdeng be.” Mewlana 0
“Xweşikî gelek caran paçika ku qisûran vedişêre ye.” Balzac 0
“Edalet giyanê gerdûnê ye.” Omer Xeyam 0
“Birçîtî ne dost, ne xizan, ne mirovatî ne jî mafan dinase.” Daniel Defeo 0
“Jiyan mirovên mezin perwerde dike û rê dide yên biçûk ku bi rêya xwe de herin.” Marie von Ebner Eschenbach 0
“Armanca jiyanê jiyaneke bi armanc e.” Deepak Chopra 0
“Hin kes gava digihîjin dawiya nêrdewanê, fêm dikin ku ew danîne ber dîwarê şaş.” C. Alta 0
“Duh mir, îro can dide, sibê hê nehatiye dinê. Bi vî awayî li dema xwe binêrin û karên bi feyde bikin.” Bişr-i Hafi 0