Dar tune ye, ku ba lê nexistîye.
Dar e, ser tamarê xwe hêşîn dibe.
Dar li kewê neket, kew li darê ket.
Dar ku şil be ditewe.
Dar, ku xwar dibe dişkê.
Dar ji stûrî dişkê.
Dar gula jiyanê ye.
Bi vê qûnê tu nagihîjî Meyqûnê.
Gava ecelê kurmorî were baskên wî tên.
Gava bêbext di hundir de be, ga di kulekê de derdixe.
Kirasê çavnebaran hertim kin e.
Teyrê goyin hertim bişev dinale.
Derya bibe şîr tirk nabin eşîr.
Xweda mezin e, heyfa Huso ji Mûso re nahêle.
Xwedê yek e dergah hezar e.
Dinya bi dor e, geh li jêr geh li jor e.
Gava te dît ji te xurttir e, pê nikarî, çovê xwe deyne li hêvîya roja xwe be.
Xerabî qencîyê nas dike lê qencî xerabîyê nas nake.
Ê negot û kir mêr e, yê got û kir şêr e, yê got û nekir kerê nêr e.
Zarên xelkê bûn pîç, ên me bûn hirç.