Gotinên Pêşîyan

Gotinên Kurdan | Gotinên Watedar | Gotinên Evînê | Biwêjên Kurdî

Heta hûn ber derîyê xwe paqij nekin, gazinan ji berfa ser banê cîranên xwe nekin. -Konfiçyûs- Ez niha ji vî dinya fanî li ser xatir xwestinê me. Ez poşman nînim ku ji bo vî gelê feda bûme. Bes ku bila neviyên min, min li hember neyarên min nedin şermê. -Şêx Seîdê Paloyî- Em hemî di nav herriyê de ne, lê hin ji me li stêrkan dinêrin. -Oscar Wilde- Tiştê ku min nakuje, min bi hêz dike. -Nietzsche – Ez li hemberî hîle û derewên we bi ser neketim, ev ji min re bû derd, lê belê min jî serê xwe li ber we netewand, bila ew jî ji we re bibe derd. -Seyîd Rizayê Dêrsimî- Gelî Kurdan! Ger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiştî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. -Nûreddîn ZAZA- Kal û pîr ji her tiştî bawer dikin; navsal ji her tiştî bi şik in; ciwan jî bi her tiştî dizanin. -Oscar Wilde- Ez bê nan dikarim bijîm, lê ez nikarim bê azadî bijîm. -Seîdê Norsî yê Kurdî- Şaşî di kulika mişkan de jî derbas dibe; lê rastî di deriyan de hilnayê. -H.W. Shaw- Heke tu rojekê serê min xwar bibînî, bizane ku ji bo rakirina mirovek ketî, serê min xwar bûye. -Che- Ev mirin e; ne hikumdaran nas dike, ne jî qeşmeran; hemûyan bi heman mehdê dadiqurtîne. -Victor Hugo- Divê gel ji dewletê netirse, dewlet ji gel bitirse. -ji fîlmê V for Vendetta- Mirov her ku pîr dibe, bi nexweşiya şîretkirinê dikeve. -E.Renan- Yê ku ji kesî natirse, mîna yê ku her kesî ditirsîne, bi hêz e. -Schiller- Carinan tiştê ku mirov ji hev du re bibêje tune ye, lê dîsan jî mirov dipeyive. -Senancour- Ger mirovatî agir nevedîta ew ê bihuşt vala bimaya. -Mihemed Şiyar Berxwedan- Li welatê koran, yê bi çavekî dibe şah. -Erasmus- Ne bi tenê li rûyê mirovan, li hundirê wan jî binihêrin. -Chesterfield- Pêşeroja xwe em bi xwe amade dikin, paşê jî em dibêjin, çarenûs e. -Benjamin Disraeli- Ti tişt wek rondikan zû ziwa nabin. -Cicero-