Gotinên Pêşîyan

Gotinên Kurdan | Gotinên Watedar | Gotinên Evînê | Biwêjên Kurdî

Şaşî di kulika mişkan de jî derbas dibe; lê rastî di deriyan de hilnayê. -H.W. Shaw- Heke tu rojekê serê min xwar bibînî, bizane ku ji bo rakirina mirovek ketî, serê min xwar bûye. -Che- Ev mirin e; ne hikumdaran nas dike, ne jî qeşmeran; hemûyan bi heman mehdê dadiqurtîne. -Victor Hugo- Divê gel ji dewletê netirse, dewlet ji gel bitirse. -ji fîlmê V for Vendetta- Mirov her ku pîr dibe, bi nexweşiya şîretkirinê dikeve. -E.Renan- Yê ku ji kesî natirse, mîna yê ku her kesî ditirsîne, bi hêz e. -Schiller- Carinan tiştê ku mirov ji hev du re bibêje tune ye, lê dîsan jî mirov dipeyive. -Senancour- Ger mirovatî agir nevedîta ew ê bihuşt vala bimaya. -Mihemed Şiyar Berxwedan- Li welatê koran, yê bi çavekî dibe şah. -Erasmus- Ne bi tenê li rûyê mirovan, li hundirê wan jî binihêrin. -Chesterfield- Pêşeroja xwe em bi xwe amade dikin, paşê jî em dibêjin, çarenûs e. -Benjamin Disraeli- Ti tişt wek rondikan zû ziwa nabin. -Cicero- Ev, ji te hezkirina min a dawî ye. Dilê xwe veke û baş pêbihesîn. ” Ez ji te hezdikim”. -ahûra- “Belavokek îlegal bû evîn, ya ku zarokekî di nîvê şevê de belav dikir, ew ji tarîtiyê ditirsiya tu ji dilketinê.” ahûra Ger tu zanibe bixwînî, tu dê bibînî ku her mirovek pirtûkek e. -W. E. Channing- Zêr bi êgir, jin bi zêr, mêr bi jinê tê ezmûnkirin. -Gotinek Emerîkî- “Jin, wekî sî yê ye. Ji yê ku wê dişopîne direve, li pey yê pêşiya xwe baz dide.” -Gotinek Kongo- Mêrekî kerr û jineke kor, jinûmêrekî dilşa ne. -Gotinek Danîmarkî- Li cihekî ku pirtûk têne şewitandin, di dawiyê de wê mirov jî bêne şewitandin. -Heinrich Heine- An were xwe pir bi hezkirin bide an jî here berî ku tu xwe pir bi hezkirin bidî.