Gotinên Pêşîyan

Gotinên Kurdan | Gotinên Watedar | Gotinên Evînê | Biwêjên Kurdî

Carinan tiştê ku mirov ji hev du re bibêje tune ye, lê dîsan jî mirov dipeyive. -Senancour- Ger mirovatî agir nevedîta ew ê bihuşt vala bimaya. -Mihemed Şiyar Berxwedan- Li welatê koran, yê bi çavekî dibe şah. -Erasmus- Ne bi tenê li rûyê mirovan, li hundirê wan jî binihêrin. -Chesterfield- Pêşeroja xwe em bi xwe amade dikin, paşê jî em dibêjin, çarenûs e. -Benjamin Disraeli- Ti tişt wek rondikan zû ziwa nabin. -Cicero- Ev, ji te hezkirina min a dawî ye. Dilê xwe veke û baş pêbihesîn. ” Ez ji te hezdikim”. -ahûra- “Belavokek îlegal bû evîn, ya ku zarokekî di nîvê şevê de belav dikir, ew ji tarîtiyê ditirsiya tu ji dilketinê.” ahûra Ger tu zanibe bixwînî, tu dê bibînî ku her mirovek pirtûkek e. -W. E. Channing- Zêr bi êgir, jin bi zêr, mêr bi jinê tê ezmûnkirin. -Gotinek Emerîkî- “Jin, wekî sî yê ye. Ji yê ku wê dişopîne direve, li pey yê pêşiya xwe baz dide.” -Gotinek Kongo- Mêrekî kerr û jineke kor, jinûmêrekî dilşa ne. -Gotinek Danîmarkî- Li cihekî ku pirtûk têne şewitandin, di dawiyê de wê mirov jî bêne şewitandin. -Heinrich Heine- An were xwe pir bi hezkirin bide an jî here berî ku tu xwe pir bi hezkirin bidî. Her tiştê ku dibiriqe ne zêr e. -Cervantes- Jiyan ji bo bextiyaran kurt, ji bo bedbextan jî dirêj e. -Apollonius- Ger hûn pirsa pirtûka ya herî baş ku min xwendiye bikin, ez ê ji we re bibêjim: Dayika min e. -Lincoln- Çav ji xwe, guh jî ji yên din bawer dike. “Gotinek Elmanan” Di êşê de edalet tuneye xwarzê. Mêzîna êşê tuneye. Kes nikare bipîve êşa keseke din. Û bijî. Herî zêde di êşê de xweser e mirov. “Pêşangeha Sûretan” Korbûna mirov ji nedîtina xwe dest pê dike. “Pêşangeha Sûretan”