Gotinên Pêşîyan

Gotinên Kurdan | Gotinên Watedar | Gotinên Evînê | Biwêjên Kurdî

Hay ji hestên xwe hebin; vediguherin dibin tevgerên we. – Gandî- Hay ji fikrên xwe hebin; vediguherin dibin hestên we. – Gandî- Hay ji gotinên xwe hebin; vediguherin dibin fikirên we. -Gandî- Çi kesê ku ruhê netewayetî pê re tune be, wê rojekê îxanetê li milletê xwe bike. -M. Mistefa Barzanî- Divê ji bo ku tu karibî bijî, bixwî; ne ji bo xwarinê bijî. -Cicero- An wek xwe xwiya bike, an jî tu çawa xwiya dikî, wiha be. -Mewlana Celaledînê Rûmî- Azadiya mirov di helwesta mirov de veşartiye. -Jean Paul Sartre- Di bin vê rûpoşkê de ji goşt zêdetir tişt hene. Di bin vê rûpoşkê de ramanek heye, û raman guleyan derbas nake! – V for Vendetta- Heta hûn ber deriyê xwe paqij nekin, gazinan ji berfa ser banê cîranên xwe nekin. -Konfiçyûs- Ez niha ji vî dinya fanî li ser xatir xwestinê me. Ez poşman nînim ku ji bo vî gelê feda bûme. Bes ku bila neviyên min, min li hember neyarên min nedin şermê. -Şêx Seîdê Paloyî- Em hemî di nav herriyê de ne, lê hin ji me li stêrkan dinêrin. -Oscar Wilde- Tiştê ku min nakuje, min bi hêz dike. -Nietzsche – Ez li hemberî hîle û derewên we bi ser neketim, ev ji min re bû derd, lê belê min jî serê xwe li ber we netewand, bila ew jî ji we re bibe derd. -Seyîd Rizayê Dêrsimî- Gelî Kurdan! Ger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiştî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. -Nûreddîn ZAZA- Kal û pîr ji her tiştî bawer dikin; navsal ji her tiştî bi şik in; ciwan jî bi her tiştî dizanin. -Oscar Wilde- Ez bê nan dikarim bijîm, lê ez nikarim bê azadî bijîm. -Seîdê Norsî yê Kurdî- Şaşî di kulika mişkan de jî derbas dibe; lê rastî di deriyan de hilnayê. -H.W. Shaw- Heke tu rojekê serê min xwar bibînî, bizane ku ji bo rakirina mirovek ketî, serê min xwar bûye. -Che- Ev mirin e; ne hikumdaran nas dike, ne jî qeşmeran; hemûyan bi heman mehdê dadiqurtîne. -Victor Hugo- Divê gel ji dewletê netirse, dewlet ji gel bitirse. -ji fîlmê V for Vendetta-