Gotinên Pêşîyan

Gotinên Kurdan | Gotinên Watedar | Gotinên Evînê | Biwêjên Kurdî

Dar li ser koka xwe mirov li ser zimanê xwe hêşîn dibe. Bi gur re dixwe bi şivan re digrî. Nabêjin kê kir dibêjin kê got. Pere xulamekî qenc e, lê axayekî xirab e. Em hemû ji bo yekî, yekî ji bo me hemûyî. -Dumas- Berî min wext tunebû, piştî min jî wext ê nebe. Wext bi min re dest pê dike û bi min re diqede. -Siya Evînê- Bi rawestina li keviya behrê û bi temaşekirina avê hûn nikarin ji behrê derbas bibin. -R. TAGORE- Ji holê rakirina pêşdaraziyekê, ji perçekirina atomê dijwartir e. -A. EINSTEIN- Tu dibêjî ku ez ê sibê bibim mirovekî herî cûda. Tu çima ji îro dest pê nakî? -EPIKTETOS- Efûkirin û jibîrkirin, heyfhilanîna mirovên qenc e. -F. SCHILLER- Yên ku her tiştî li gorî aqil dimeşînîn êdî pîvana wan dibe aqil, aqil jî tenê dikare bigihîje tiştên dîtbar. Ji ber vê yekê ji demekê û şûnde aqil êdî tiştên nedîtbar înkar dike. -Bedîuzzeman Seîdê Kurdî – “Kurdno, mal xerabno! An nebêjin em Kurd in, an jî bi Kurdî bixwînin, bi Kurdî binivîsînin û bi axivin.” Celadet Elî Bedirxan Mirovên biaqil, hemû tiştên ku li ser difikirin nabêjin, lê li ser hemû tiştên ku dibêjin difikirin. -Arîstoteles- “Hezar mixabin ku ez baş bi zimanê xwe nizanim û hê di xortaniya xwe de ji welatê xwe bi dûr ketim û bi tirkî perwerde bûm.” Siya Evînê Bi çi awayî be bila be, bizewicin. Heger jina we baş derkeve, hûnê bextewar bijîn. Na heger xirab derkeve, wê hûnê bibin fîlozof. -Sokrates- “Eger însanekî/ê li zimanê xwe xwedî dernekeve, nikare li dînê xwe jî xwedî derkeve, nikare li pêxemberê xwe jî xwedî derkeve… Ez li zimanê xwe xwedî derdikevim ku bikaribim li Resulî Ekrem jî xwedî derkevim.” Şêx Evdirehmanê Axtepî Hay ji kesayetiya xwe hebin; vediguhere dibe qedera we. -Gandî- Hay ji nirxên xwe hebin; vediguherin dibin kesayetiya we. -Gandî- Hay ji xûyên xwe hebin; vediguherin dibin nirxên we. -Gandî- Hay ji tevgerên xwe hebin; vediguherin dibin xûyên we. -Gandî-