Gotinên Watedar

Comments
“Dema tu diaxivî, tu tenê wan tiştan dubare dikî ku jixwe tu wan dizanî. Lê ku tu guhdar bikî belkî tu tiştekî nû hîn bibî.” Dalai Lama XIV 0
“Rasteqînî di heman demê de li gor awayê bikaranîna peyv û zimên jî dirûv dide xwe û wîsan tê fêhmkirin, ango ji bilî heqîqeta heyî, bi peyvan rasteqînîyeke din jî tê afirandin ku ew gelek caran şûna heqîqetê digire.” Michael Foucault 0
“Çalakiya şoreşger, çalakiya ku dîrokê dirust dike ye.” Abdullah Ocalan 0
“Rasteqîn evîn e, evîn jiyana azad e.” Abdullah Ocalan 0
“Azadî, bi birêveberina xwe bi xwe dest pê dike.” Abdullah Ocalan 0
“Her tişt diherike.” Heraklîtos 0
“Her tiştê ku dibiriqe ne zêr e.” Cervantes 0
Sazkirina pirtûkxaneyê, bi qasî çêkirina îbadetxaneyê pîroz e. 0
“Tenê yên perwerdebûyî azad in.” Epiktetus 0
“Her gav rastiyê bibêje, paşê tu yê mecbûr nemînî bi bîr bînî ku te çi gotiye.” Mark Twain 0
“Ji bo ku hûn xwe bi rê ve bibin serê xwe, ji bo ku hûn hinên din bi rê ve bibin dilê xwe bişixulînin.” E. Roosevelt 0
“Ger tu dixwazî tiştekî binivîsî û mohra xwe li binî bixî, qet qala wê neke.” Earl Wilson 0
“Ne girîng e mirovek çawa miriye, tiştê girîng ew e ku ew çawa jiyaye.” Samuel Johnson 0
“Ên ku pêşerojê naynin bîra xwe, mehkûmî dubarekirina paşerojê ne.” George Santayana 0
“Dema dostên te di tengasiyê de bin, ji dema dilşadiyê zêdetir li wan bigere.” Chilon 0
“Ê ku li ser şopa yekî din bimeşe, li dû xwe şopê nahêle” Joan I. Brannon 0
“Mirovê ku herî zêde hûn jê hez dikin, ew e ku hûn dişibînin xwe.” Moliere 0
“Ger bawerî winda bibe û şeref bimire, mirov jî têk diçe.” Whittier 0
“Ger bi têra xwe sedemên we hebin, hûn dikarin her tiştî bikin.” Jim Rohn 0
“Li dinyayê tekane tişta nayê teqlîdkirin, cesaret e.” Napolyon 0