Di ser Komkujiya Roboskî re 538 roj derbas bûn. JI BÎR NEKE!!!
0

Xelkê biyanî bide wa goştê ganî her û her tu poşmanî.

- Biwêjên Kurdî
0

Golikê malê ji gayê malê natirse.

- Biwêjên Kurdî
0

Ji zana bipirse, ji ne zana bitirse.

- Biwêjên Kurdî
0

Heta ku şêr dîroka xwe binivîsin, dîrok her pesnê nêçîrvanan dide.

- Gotinên Watedar
0

Tira te bi te xweş e.

- Biwêjên Kurdî
0

Kesê ku carekê mar pêvede werîsan jî bibîne dê bitirse.

- Biwêjên Kurdî
0

Ez bê nan dikarim bijîm, lê ez nikarim bê azadî bijîm. Seîdê Norsî yê Kurdî

- Biwêjên Kurdî, Gotinên Watedar
0

Kurd ji hev cuda dilopên baranê ne, cihê cihê têne daqurtandin. Ko gihane hev dibin lehî, lehîke boş. Tu kes, tu tişt li ber wan nikare bisekine. Felata welatê me di rabûna vê lehiyê de ye. Celadet Alî Bedirxan

- Biwêjên Kurdî, Gotinên Watedar
0

Xorto wilo bixebite: An bi xwe çêke, an arîkariya ewan bike ko çêdikin, ava dikin… Di dinyayê de tu tişt nîne ko tekûz bit. Di her tiştî de, nemaze di karên nû destpêkirî de, pirîcar, kêmanî hene. Heke te kêmanî dîtin, hema dirêjî wan meke. Lê bixebite ko tu bikevî nav wan, arîkariya daniyan bikî û wan kêmaniyan biedilînî. Hilweşandina stûnekê hêsanî ye. Huner di rastkirina stûna xwêl de ye. Celadet Alî Bedirxan

- Biwêjên Kurdî, Gotinên Watedar
0

Ger nan hebe her xem tê kişandin. Cervantes

- Gotinên Watedar
0

Xemkişandin ji mirinê bêtir cesaretê dixwaze. Napoleon

- Gotinên Watedar
0

Yê ku xwe bispêre dareke baş bêî sî namîne. George Harbert

- Gotinên Watedar
Tevahî 49 pel, pela 1. e 12345...102030...Dawîn »